9786256697041
506143
https://www.kitapova.com/sonda-delale
Sonda Delalê
221.00
Li welatê me mijara jinan mijareke taybet e. Bi serê xwe jî nirxandinê heq dike. Di salên dawiya sedsala bîstan de civaka kurd ji gelek aliyan ve guherî. Sedema guherînan di serî de geşedanên siyasî û civakî yên di van salan de bûn. Hûn li rastiyê binêrin di koka van her du guherînan de jî hêza îdeolojîk heye. Civak jixweber jî di bin bandora geşedanên siyasî de dikare biguhere. Dibe ku ev guherîn mayînde nebin. Lê ku fikir û raman şerbetê bide vê guherînê bandora xwe li mêjî dike, tiştên ku di mêjî de aj bidin mayînde dibin. Em dibînin ku bingeha romana Sonda Delalê ev şerbet e.
Nivîskar Gulistan Kanîreş Kî Ye?
Gulistan Kanîreş, li navçêya Kanîreşa Çewligê, li gundê Azîzanê ji dayîk bûye. Di temenekî ciwan de çûye Almanyayê. Di wî temenê ciwan de weke jineke welatparêz û dildara ziman û çand û wêjeya kurdî xizmetê kiriye û hê jî di vê riyê de bi awayekî çalak van xebatên xwe didomîne. Di heman demê de helbestrist e. Bi zaravayê kurmancî û dimilkî dinivîse û xebatan pêk tîne. Di vê çarçoveyê de beşdarî xebatên wêjeyî yên Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê dibe û di rêveberiya komên wêjeyî de jî cî digire. Bi salan e weke aktîvîsteke jin, di nava xebatên jinan de cî digire. Ji bilî van xebatan li ser youtubeyê bernameyên çandî û wêjeyî bi rê ve dibe. Her wiha xebatên xwe didomîne.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.