9786256274136
607052
https://www.kitapova.com/rezimana-kurdi-asta-destpeke
Rêzimana Kurdî - Asta Destpêkê
196.00
Di vê pirtûkê de wêneyekî giştî yê rêzimana kurdî heye. Kesên ku bixwazin bi awayekî hêsan
bingehên rêzimana kurdî nas bikin yan jî hîn bibin, dikarin bi vê pirtûkê dest pê bikin.
Çapa yekem ya vê pirtûkê, bi hevkarîya Daîreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê - Skolverket, di
sala 1994an de hat weşandin. Ev, çapeka nû ya berfirehkirî ye.
Pirtûk bi metoda înduktîfê hatîye nivîsîn. Li gor vê metodê, zarok bi serpêhatî û ceribandinên
xwe ji tişt û bûyerên li derdora xwe fêr dibin. Paşê bi saya van serpêhatîyên xwe digihîjin hin
qaydeyên giştî. Bi alîkarîya van qaydeyên giştî tiştên nû hîn dibin û qada hînbûna xwe firehtir
dikin. Her cure yan beş li gor vê metodê hatîye nivîsîn. Ev metod li ser esasê aktîfbûna şagirdan
dimeşe. Di vê metodê de dersdar yan jî mamosta bes rênîşander e.
Nivîskar, zimanê pirtûkê, bi taybetî navên hin termên rêzimana kurmancîyê, li gor standarda
kurmancîyê û termînolojîya rêzimana kurdî ya îro nivîsîye.
Ev pirtûk bi awayekî gelek hêsan hatîye amadekirin. Meriv dikare bibêje ku ev pirtûk di vê cureyê
de û bi vê metoda xwe pirtûkeka nû ye. Kesên ku piçekî xwendin û nivîsîna kurdî dizanin, dê
bikaribin bi hewes vê pirtûkê bi kar bînin.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.