Jîyaneka Berevajî;Têbînîyên Li Ser Jîyaanekê

Stok Kodu:
9786052003534
Boyut:
125-205-
Sayfa Sayısı:
144
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2025-10-04
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
290,00
9786052003534
633761
Jîyaneka Berevajî;Têbînîyên Li Ser Jîyaanekê
Jîyaneka Berevajî;Têbînîyên Li Ser Jîyaanekê
290.00
Agahî-Bilgi Bahoz Baranî di pirtûka xwe ya Ferhenga Bişaftinê da gelek dîmenên bişafinê nîşanî me dabûn. Di vê pirtûkê da ew dîmenên bişaftin, bindestî û mêtinkarîyê ji hev vediçirîne û bi awayekî hunerane xwe digihîne kakilên wan, li ber çavên me radixîne û wan ji me ra deq dike. Mezinê biçûkkirî. –Gotineka wan a pêşîyan dibêje, “Tiştê biçûk mezin mekin, tiştê mezin biçûk mekin.” Meseleya zimanî meseleyeka hebûnî ye û mezin e; lê wan ew bi têra xwe biçûk kirîye. Masîyên bejî yan jî masî di golan da nabin hût. –Ji behra çand û zimanê xwe derketine û ketine akvaryûmên bajarî û dixwazin li wir bibin hût. Oksîjena zimanê wan li wan bajaran tune ye û bi cîhazên oksîjenê jîyana xwe ya kurdewar didomînin. Rêya bêveger. –Berê di nav çand û zimanê xwe da dihatin dinyayê û paşê dihatin bişaftin; loma rêya vegerê, çand û zimanekî (cihekî) ku lê vegerin hebû. Îro êdî di malzarokê da tên bişaftin û cihê ku lê vegerin tune ye. Parsek. –Serdest, bindestan ji xwe kêmtir dihesibînin û wan tim hînî xwestinê dikin. Piştî wextekî, tiştê ku bindest bi xwe dikarin bi destê xwe bikin jî ji serdestên xwe dixwazin. Derfetên wan hebin jî destên wan vegirtî ne, ji xwe naxwazin û tim li benda serdestên xwe ne û dikevin rewşa parsekan.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat