9786256271845
802644
https://www.kitapova.com/hawar-u-guherina-zimen
Hawar û Guherîna Zimên
420.00
Di dema Hawarê de, kovareke ku zimanê dijkolonyal red kiriye û zimanê axaftinê kiriye zimanê nivîskî, wekî em dibînin di gelek hejmaran de, bi piranî û taybetmendîyên ewil de ferhengokan daye ku peyvên hatine bikaranîn bê nîşandayîn. Helbet ji ber sedemên varyasyon, werger, faktorên civakî û siyasî ziman dest bi guherînê kiriye ku taybetmendiyên zimên wê demê hinek xweserbûna demî dide. Em baş nizanin ku bertekên wê demê çi ne? Lê em niha jî dibînin ku zimanekî bihêz, bi îfadeyên xurt û bi ruhê kurdî hatiye bikaranîn. Loma em dibin xwediyê derfeta dîtin û nirxandina zimanê wê demê û guherîna ku bandora xwe li ser tiştên din kiriye. Hawar bi danasîna alfabe, rêziman û ferhenga xwe helbet bûye sedema guherînê û gelek normal e ku civaka wê demê hinek tiştan bi carekê jî qebûl neke. Lê niha jî dema em xebat, nêrîn û gelek tiştan didin ber Hawarê em dibînin ku Hawar “arşîv” û “bîra zimanê kurdî” ye ku gelek tişt di nav xwe de dihewîne û ji siberojê dibe paşxana girêdana famkirina pêşiya not (90) salî bi roja me re û peywira pira zimên dibîne. Di nav vê bîrê de, tenê guherîna alfabeyê, çêkirina rêzimanê û senifandina ferhengokan tune ye, lê bîra zimên bi awayekî qeydkirî ew tiştê ku dîrok, wêje û çandê derdixe afirandina zimên bi xwe ye. Bi saya guherîna zimên em dikarin guherîna jiyana gelî jî bibînin ji ber ku ziman delîla jiyanê bi xwe ye. Loma kovara Hawarê cihê zanînê ye ku her kes dikare ji folklorê heta akademiyê jî xwe re cihekî ewle bibîne û Hawar bi xwe zanîngeheke candar e. Hawar hawara zimên e ku hêmanên çandî xwe bi awayekî vekirî nîşan dide û ziman jî barkêşa dema xwe ye.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.