Dê Ewledên Xwe Diavêjin;Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930

Stok Kodu:
9786258546163
Boyut:
135-210-
Sayfa Sayısı:
336
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2026-07-03
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
350,00
9786258546163
732292
Dê Ewledên Xwe Diavêjin;Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930
Dê Ewledên Xwe Diavêjin;Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930
350.00
Ji roja yekem a ku min dest bi xebatên li ser meseleya Kurd û Kurdistanê kir û vir ve min ev yek bi eşkereyî got; dîroka Kurdan, divê ne ji aliyê kesên din ve; lê ji aliyê Kurdan bi xwe ve bi Kurdî bê nivîsandin. Ev ne tenê daxwazek e, di heman demê de mecbûriyeteke zanistî û exlaqî ye. Ji ber ku her ve gotina ku bi zimanê serdestan tê avakirin, nêrîna serdestan jî bi xwe re tîne. Heta ku Kurd, tişta ku aîdê wan e bi zimanê xwe û bi şahidiya xwe îfade nekin, wê dîroka wan kêm û çewt bimîne. Ji ber vê sedemê, bi salan min her heman bang li ciwanên Kurd kir; amûreke qeydkirinê bigirin destê xwe, herin gun dan, bi kal û pîran re biaxivin, şahidiyan qeyd bikin. Herin Agiriyê, herin Zîlanê, herin Sasonê, Dêrsimê... Tiştên ku li wir hatine jiyîn, hatine tepisandin, hatine bêdengkirin, li cihê wê guhdar bikin û belge bikin. Ji ber ku bîra vê erdnîgariyê, ne di arşîvên fermî de; di ziman, vegotin û bêdengiya şahidan de veşartî ye. Xebatên ku yek ji rêveberên Weqfa me, lêkolîner Nîhat Gultekin bi salan e li ser navenda Komkujiya Zîlanê û Berxwedana Agiriyê dimeşîne, bersiveke şênber a vê bangê ye. Xebatên li qadê yên ku nêzî panzdeh salan e tên meşandin, hevdîtinên dîroka devkî yên ku bi şahidan re hatine kirin, pirtûkên ku hatine weşandin û belgefîlmên ku hatine amadekirin, xebata pêşangehê... Ev giş, serpêhatî, şikestin û berxwedanên gelê Kurd hildidin binê qeydê û radixin ber çavan. Ev xebat, ji meraqeke akademîk zêdetir, bi hişmendiya berpirsiyariyeke dîrokî, bi Kurdî hatine kirin. Kurdî, hilgirê eslî yê vê dîrokê ye. İsmail Beşikci

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat