Bîra Salên Tarî

Stok Kodu:
9786259380643
Boyut:
135-195-
Sayfa Sayısı:
158
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2026-07-08
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
200,00
9786259380643
733816
Bîra Salên Tarî
Bîra Salên Tarî
200.00
Ev pirtûk ji hevpeyvînên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên cuda ve bi Îbrahîm Gurbuz re hatine kirin pêk tê. Di berhemê de, bi taybetî paşxaneya dîrokî ya xebatên saziyên ku di salên 1990î û destpêka salên 2000î de hatine avakirin, tê nirxandin. Pêvajoyên avakirinê, armanc û xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Enstîtuya Kurdî, Radyoya Yaşamê û Weqfa Îsmail Beşikçi di pirtûkê de bi berfirehî cih digirin. Di pirtûkê de bersiva pirsên wekî; “Ev sazî çima hatin avakirin?”, “Ji kîjan hewcedariyan derketin holê?”, “Çi hat armanc kirin û di bin kîjan şert û mercan de xebat hatin meşandin?” bi rêya şahidiya kesane têne dayîn. Her wiha atmosfera siyasî ya wê demê ya Tirkiye û Kurdistanê, polîtîkayên dewletê, zext, zehmetiyên aborî û civakî bi hûrgulî têne vegotin. Ji bilî hevpeyvînan, di berhemê de çar nivîsên din ên ku pirtûkê temam dikin jî hene. Du ji wan deqên axaftinan in, yên din jî meqale ne. Ev nivîs nîqaşên dîrokî, çandî û siyasî yên di pirtûkê de bi perspektîfeke berferehtir dinirxînin û yekpareyiya xebatê temam dikin. Ev berhem ne tenê vegotina kesane ya Îbrahîm Gurbuz e; di heman demê de xebateke girîng a dîroka devkî ye ku dîroka çandî, siyasî û civakî ya serdemekê ji xwendevanan re bi belge dike.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat